Şamê her cure hevhatina Emerîka û Tirkiyê li bara Sûriyê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306654-Şamê_her_cure_hevhatina_emerîka_û_tirkiyê_li_bara_sûriyê_şermezar_kir
Wezareta karên derve ya Sûriyê teqez kir: Her cure hevhatina navbera Tirkiyê û Emerîkayê li bara welatê hanê binpêkirina eşkere ya qanûn û manîfesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2019 13:12 Asia/Tehran
  •  Şamê her cure hevhatina Emerîka û Tirkiyê li bara Sûriyê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Sûriyê teqez kir: Her cure hevhatina navbera Tirkiyê û Emerîkayê li bara welatê hanê binpêkirina eşkere ya qanûn û manîfesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.

 Li gorî rapora SANa News`ê,Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina tund a mudaxilên Emerîkayê li welatê hanê raghand: Dewama mudaxilên Emerîkayê li Sûriyê, qeyran dirêjtir û hakimiyeta neteweyî ya vî welatî binpê kiriye.

  Li vê daxûyaniyê hatiye ku hikûmeta Tirkiyê bi mehna parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, destdirêjiya ser hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê didomîne.

 Wezareta karên derve ya Sûriyê dibêje: Komploya Emerîkayê li Sûriyê hemî welatiyên vî welatî kiriye hedef, ew dixwezin bi derbelêxistina li Yekitiya Sûriyê planên xwe yên kirêt li vî welatî cih bînin.

 Rayedarên eskerî yên Tirkiyê û Emerîkayê sêşemiyê 23 Tîrmehê li bara rawestana li ber terorîzmê li seranserê Sûriyê, rewşa rojhilata Firatê, cihnaîna  plana rê li bara Minbicê û parastina hevhatina Idlibê, hewldanên bona pêkanîna navça ewleh li Sûriyê boan kutakirina dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê gotûbêj kirin.

 Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja çarşemiyê bal kişand ser bêtifaqiya Waşengton û Enqerê li bara meselên mîna derketina Yekînên kurd ji navça ewleh a bakurê Sûriyê û got: Pêşniyarên nû yên Emerîkayê li bara pêkanîna navça ewleh li bakurê Sûriyê ne bi dilê Tirkiyê ye.