Nûnerê parlemana Sûriyê: "Emerîkayê berê xwe daye şerê aborî li Sûriyê"
Xalid El-Ebûd, nûnerê Parlemana Gel a Sûriyê got: "Emerîkayê piştî işkesta li şerên curbicur û dijminatiya li dijî Sûriyê li kiryareka nû dest bi boykota dewlet û gelê vî welatî kiriye".
El-Ebdû îro li gotûbêja bi IRNA`yê re got: "Armanca dijminan a pêknaîna bêewlehtiyê û gurrkirina şêr li hin navçên Sûriyê ji wan li Hesekê, Dêrazorê, Reqa û Derayê, derbelêdana li aboriyê bi taybet gênim û zext û zora ser dewleta Sûriyê ye".
Wî destnîşan kir: "Dewleta Sûriyê bi alîkariya hevpeymanên xwe, komploya dijminan bê encam hişt û ji niha şûn de jî dê vê riyê bi xurtî bidomîne"
Nûnerê parlemana Sûriyê bal kişand ser dewama hewldan û cidiyeta dewletê bona baparstina aramî û avedankirina şêr û teqez kir: "Xirabiyên şêr bi alîkariya gelê Sûriyê dê werin avedankirin û vegeryana awareyan jî bo bajêr û welatê xwe ji ewlewiyetên dewletê ne".