Êrîşa mûşekî ya Rêjîma Siyonîst li ser parêzgeha Dera ya Sûriyê
Tîrmeh 24, 2019 05:09 Asia/Tehran
Rêjîma Siyonîst berbanga Çarşemiyê bilindahiyên Til Hareyê li bakurê rojavaya parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê da ber êrîşên mûşekî.
SANA Newsê ragihand ku artêşa Sûriyê li dijî vê êrîşa mûşekî derketiye.
Li gorî rapora SANA Newsê, Pedafenda hewayî ya Sûriyê çend mûşek li esmên teqandine.
Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku ev êrîş ser neketiye.
Rêjîma Siyonîst 12ê Hezîranê jî êrîşî ser vê navçeyê kiribû.
Artêşa Sûriyê Tîrmeha 2018an bilindahiyên Til Hareyê ji bin kontriola Cebheya Nusreyê azad kiribû.
Ev naçe a niha cihê baregeheke Hêza esmanî ya Artêşa Sûriyê ye.
Rjîma Siyonîst hertim jibo piştgiriya ji têrorîstan, baregehên artêş û binavahiyên Sûriyê dide ber êrîşê.