Hezar çeteyên DAIŞê ji Sûriyê çûne Iraqê
Hezar endamên DAIŞê di heyama 8 mehên bihurî da û piştî têkçûna li Sûriyê çûne nav axa Iraqê û bi awayê navok û komikên veşartî li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî dixebitin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê kanala NRT'yê, Piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê û jidestçûna kewşena vê koma têrorîst, hejmareke zêde ya çeteyên DAIŞê sînorîn Iraqê derbas kirine û wek navokên veşartî û perate çalakiya xwe didomînin.
Rojnameya Washington Postê di raproekê li bara vê çalakiyê û ji zarê Hişam Haşimî, Rawêjakrê dewleta navendî ya Iraqê di karên ewlehiyê da qala derbasbûna hezar çeteyêîn iraqî yên DAIŞê ji sînorê Sûriyê bo nav axa Iraqê di heyama 8 mehên dawî da kiriye û gotiye ku ev kes pirranî li parêzgehên sînorî û navendî yên vî welatî, nemaze li parêzgeha sînorî ya Enbarê komikên xwe yên veşartî damezirandine û mijûlî tevgerên têrorîstî ne.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî ragihand ku çeteyên DAIŞê li derveyî bajaran in û bi vî halî bûne gefeke ciddî li dijî welatiyên vî welatî.