Terorîstan bi roketan êrişî Hemayê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306466-terorîstan_bi_roketan_êrişî_hemayê_kirin
Terorîstan şeva borî cardin deverên gel tê de li derdora bakurê parêzgeha Hemayê li rojavayê Sûriyê kirin hedefa çend roketan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2019 05:37 Asia/Tehran
  • Terorîstan bi roketan êrişî Hemayê kirin

Terorîstan şeva borî cardin deverên gel tê de li derdora bakurê parêzgeha Hemayê li rojavayê Sûriyê kirin hedefa çend roketan.

Televîziyona El-Exbariye ya Sûriyê ragihand ku terorîstan çend roket avêtin bajarê Muhredehê û bajaroka Şeyzerê li derdora bakurê parêzgeha Hemahê.

Hîn ti raporek ser xisarê van êrişan belav nebûye.

Di mehên dawiyê de ji ber şiketên giran ên terorîstan di encama operasiyonên artêşa Sûriyê de ew neçar mane bi hawan û roketan deverên xelk tê de ên Sûriyê bikin hedef. Di encama van êrişan gelek kesên sivîl ji wan jin û zarok hatine kuştin û birîndar bûne.