Hevalbendiya emerîkî êrişî Dêrazora Sûriyê kir, 15 sivîl hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306317-hevalbendiya_emerîkî_êrişî_dêrazora_sûriyê_kir_15_sivîl_hatin_kuştinê
Balefirên cengê yên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi bombebarana gundekî li rojhilata parêzgeha Dêrazora Sûriyê, 15 kesên sivîl kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2019 12:14 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya emerîkî êrişî Dêrazora Sûriyê kir, 15 sivîl hatin kuştinê

Balefirên cengê yên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi bombebarana gundekî li rojhilata parêzgeha Dêrazora Sûriyê, 15 kesên sivîl kuştin.

Li gorî rapora Al-Alamê, hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê îro sêşemiyê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi operasyona Hêlîbornê li derdora gundê El-Tekîhiyê li rojhilata parêzgeha Dêrazorê ew navça bombebaran kirin.

Li gorî vê raporê, endamên hevalbendiya emerîkî îdia kirin ku bi vê operasyonê dixwestin fermandeyekî koma terorîst a DAIŞ`ê bigrin.

Hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê ji sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞ`ê û bêyî îzna  dewleta Sûriyê li vî welatî pêk hat û di vê midehê de bûye sedema kuştin û birîndarbûna gelek ji xelkê sivîl ê sûrî.