Şandina 280 kamyonên kelûmelên locêsîkî û eskerî ji aliyê Emerîkayê bo HSD`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306288-Şandina_280_kamyonên_kelûmelên_locêsîkî_û_eskerî_ji_aliyê_emerîkayê_bo_hsd_ê
Li gorî lêzanînên ku Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê raghandine, Amerîkayê 280 kamyonên kelûmelên locêstîkî û eskerî bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bakurê Sûriyê şandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2019 13:01 Asia/Tehran
  •  Şandina 280 kamyonên kelûmelên locêsîkî û eskerî ji aliyê Emerîkayê bo HSD`ê

Li gorî lêzanînên ku Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê raghandine, Amerîkayê 280 kamyonên kelûmelên locêstîkî û eskerî bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bakurê Sûriyê şandine.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Li gorî lêzanînên ku Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê raghandine, Amerîkayê 280 kamyonên kelûmelên locêstîkî û eskerî bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bakurê Sûriyê şandine.

Ew karwanê eskerî bi derbasbûna  ji sînorên bakurê Iraqê derbasî axa Sûriyê bûye û ber bi navçên di bin kontrola HSD`ê li bakurê vî welatî ve çûye.

Hêjayî gotinê ye ku ew karwanên piştgiriyê ji aliyê Emerîka û Ewrûpayê ve di halekî de bo HSD`ê tên şandin ku ev babeta yek ji hegerên herîgiring ên nakokîya di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de ye.

Tirkiye, Hêzên Sûriya Demokratîk, navê din ê Yekînên Parastina  Ge l( YPG) dizane û ewê çiqa sûrî ya PKK dizane lê, Emerîka û welatên ewrûpî vê nêrîna Tirkiyê red dikin û HSD`ê wek şirîkê stratejîk ê xwe li Sûriyê dizanin.