Kurdên Sûriyê, rêveberê aborî yê DAIŞ`ê kuştin
Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştgiriya balefirên cengê yên Hevalbendiya Dijî DAIŞ`ê, birêveberê aboriya DAIŞ`ê kuştin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Hêzên Sûriya Demokratîk( HSD) di daxûyaniyekê ragihandin ku Sabit Sunhî Fehed El-Ehmed, Wezîrê Niftê yê koma terorîst a DAIŞ`ê nasiyar bi Şêx Sabit di encama operasyoneka taybet bi hevahengiya digel Hevalbendiya Dijî DAIŞ`ê de hat kuştinê.
Li vê daxûayniyê hatiye li vê operasyonê, çekekî taybet ji mala şêx Sabit hat keşfkirin û zevtkirin.Her wiha bombyek jî li gundê Ebûhemamê li derdora Dêrazorê hat keşfkirin û bêencamkirin.
Şêx Sabit yek ji fermandên herî giring ên DAIŞ`ê li navça El-Sûrê li derdora Dêrazorê tê hesabê, ew yek ji alîgirên herî mezin ê aborî yê DAIŞ`ê û berpirsê firotina niftê û qaçaxa wê bûye û wek birêveberê aboriya vê koma terorîstî dihat hesab.