Rawestana artêşa Sûriyê li hember êrişên têrorîstan ên bi rokêt û mûşekan
Hêzên Berevaniya Hewayî yên artêşa Sûriyê êrşên rokêtî yên komên terorîst ji navça bê çek li dijî navçên xelknişîn li derdora bakurê Hemahê ku bûn sedema birîndarbûna heft kesên sivîl, bê encam kirin.
Li gorî rapora Sputnik`ê, komên terorîstî yên çekdar bajarokê Kernazê vê sibê bi çend rokêtan navçên xelknişîn û malên welatiyên sûrî li Rîfa Hemahê dan ber êrişan ku li encama wê heft ksên sivîl birîndar bûn.
Her wiha li encama girtina çen rokêtan li bajarokê El-Şêx Hedîdê li Hemahê kesekî sivîl jî birîndar bû.
Li gor nûçeyeke din li encama avêtina sê mûşekan ser malên xelknişîn li derdora Lazqyê, ajêrên xeterê hatin lêxistin.
Sîstema berevaniya hewayî ya Sûriyê bi şopandina du êrişên li dû hev a balefirên bê pîlot, beriya her cure kiryarekê, ew têk birin.
Tevî serketina artêşa Sûriyê li azadkirina piraniya navçên vî welatî ji lepên terorîstan, hîn jî hinek komên terorîstî li hin beşên Sûriyê de hene û navçên xelknişîn didin ber êrişan.