Şam: Tirkiyê şûnwarên dîrokî yên Efrînê têk dane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306154-Şam_tirkiyê_şûnwarên_dîrokî_yên_efrînê_têk_dane
Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî ku, sînorekî ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên dîrokî yên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2019 15:17 Asia/Tehran
  • Şam: Tirkiyê şûnwarên dîrokî yên Efrînê têk dane

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî ku, sînorekî ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên dîrokî yên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê, SANA NEWS`ê, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, zanyariyên ji Efrînê tên, diyar dikin ku artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst girên dîrokî yên Efrînê bi wesaitên giran dikolin û li entîke û berhemên dîrokî digerin.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku, hin wêneyên ji Efrînê derketine diyar dikin, peyker û entîkeyên ku dîroka wan bi hezaran sal e ji girên birc Ebdalo, Eyn Dara, Cindirêsê û keleha Horî yên dîrokî hatine derxistin. Girên şûnwarî yên Efrînê ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan, ji encama kolandinê hatine wêrankirin û dîroka gelê navçê tê têkdan.

Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê Mhemûd Hemûd ji SANA NEWS`ê re ragihand, Rêveberiya wan bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re di têkilîyê da ye û tawanên derheq şûnwarên dîrokî yên navçeyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, nîşan didin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kuştin û revandina welatiyên Kurd, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, bicihkirina Ereban di cih û malên Kurdan û bicihkirina proseya guhartina demografîyê li Efrînê, bi awayekî sîstematîk dest bi têkadana cihên dîrokî yên Kurdan û nehîştina nasnameya Kurdbûna Efrînê dikin.