Tirkîyê dîsan hêz û alavên leşkerî şandin sînorê Sûrîyê
Tîrmeh 11, 2019 13:18 Asia/Tehran
Tirkîyê dîsan hêz û alavên leşkerî şandin sînorê Sûrîyê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Tirkîyê duh dîsan hêz û alavên leşkerî ji şarê Kilîsê ve şandin sînorê Sûrîyê.
Tirkîyê heta vê gavê di çarçova opêrasyonên Mertala Firatê û Çiqila Zeytûnê de 4 hezar kîlomêtr ji axa Sûrîyê li şarên Bab, Eizaz, Cerablos û Efrînê li bakura vî welatî dagir kirine.
Dewleta Sûrîyê wî karê dewleta Tirkîyê li herêma Efrînê û deverên din ên bakura Sûrîyê de dagirkerî bi nav dike û bi caran xwestîye ku hêzên Artêşa Tirkîyê ji axa Sûrîyê derkevin.