Englîs û Fransa dê hêzên nû yên çekdar bişînin Sûriyê
Fransa û Englîs bi mebesta tijîkirina valatiya ji ber derketina hitmalî ya hêzên amerîkî ji Sûriyê, dê hêzeke nû ya leşkerî bişînin navçeyê.
Li gorî rapora CNN Turkê, li gorî agahiyên bidestketî ji çavkaniyên agah, Fransa û Englîs bi mebesta tijîkirina valatiya ji ber derketina hitmalî ya hêzên amerîkî ji Sûriyê, dê hêzeke nû ya leşkerî bişînin navçeyê.
Li gorî van nûçeyan, Englîs û Fransayê dil hene bi mebesta cebirandina biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a kêmkirina hejmara hêzên xwe li Sûriyê û bi mebesta tijîkirina valatiya elwehiyê li van navçeyan, hêzên xwe yên çekdar li wir bi cî bikin.
Di vî warî de her du welat dê hejmara hêzên xwe yên çekdar li Sûriyê bi qasî sedî 10 heta 15 zêde bikin. Ev di rewşekê de ye ku hejmara deqîq a hêzên çekdar ên Fransa û Englîsê li Sûriyê nihênî ye.
Hêjayî gotinê ye ku Almanyayê şandina hêzên çekdar bo Sûriyê red kiriye û Îtalyayê jî di vî warî de ragihandiye ku di halê biryardanê de ye.
Çav li rê ye ku Amerîka hejmara hêzên xwe yên çekdar ên niha li Sûriyê li gorî planên rabrkirî, ji 2 hezar û 500 hêzên çekdar daxe 400 kesî.