Agirê berdibe zevîyên bakura rojhilata Sûrîyê, bûye sedema zîyaneka 50 milyon dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306089-agirê_berdibe_zevîyên_bakura_rojhilata_sûrîyê_bûye_sedema_zîyaneka_50_milyon_dolarî
Rayedarên Kurd ên Sûrîyê dibêjin ku di encama agirê ku berdibe zevîyên ceh û gênim ên deverên din bin kontrola Kurdan de, nêzî 50 milyon dolar zîyan li cotmarên vê deverê ketîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2019 03:43 Asia/Tehran
  • Agirê berdibe zevîyên bakura rojhilata Sûrîyê, bûye sedema zîyaneka 50 milyon dolarî

Rayedarên Kurd ên Sûrîyê dibêjin ku di encama agirê ku berdibe zevîyên ceh û gênim ên deverên din bin kontrola Kurdan de, nêzî 50 milyon dolar zîyan li cotmarên vê deverê ketîye.

Bi destpêbûna berhevkarina hasilê li deverên di bin kontrola Kurdên Sûrîyê de, heyamek e ku agir berdibe zevîyên ceh  ûgênim.

Wezîrê Cotkarîyê yê Rêvebirîya Xweser li bakura Sûrîyê, Selman Bardo di hevpeyvîna digel televîzyona ABC ya Australyayê de gotîye ku di encama wan agirberbûnan de nêzî 50 hezar donim zevîyên ceh û gênim li deverên di bin kontrola Kurdan de ketine ber êgir û zêde ji 50 milyon dolarî zîyan li cotkarên vê herêmê ketîye.

Hin rayedarên Kurd ên sûrî ji televîzyona ABC ya Australyayê re gotine ku endamên DAIŞ`ê li hin şebekeyên civakî berpirsîya wan agirberdanan dane ustîyê xwe. Lê hin kes jî dibêjin ku hin alî ji wan dewleta Tirkîyê jibo ku rêvebirîya wê deverê di warên rêvebirî û dabînkirina ewelhîyê de nekêrhatî nîşan bide, diqewime destê Tirkîyê jî di vê meseleyê de hebe.

Rayedarên Kurd ên Sûrîyê dibêjin ku bilî zîyanên berfire ên darayîyê yên wan agirberbûnan, heta nika 14 kesan di encamê de canê xwe ji dest dane.