Fermandê pilebilind ê YPG: Efrîn di kontrola DAIŞ û Nusreyê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306046-fermandê_pilebilind_ê_ypg_efrîn_di_kontrola_daiŞ_û_nusreyê_de_ye
Fermandê pilebilind ê Yekînên Parastina Gel got: Erka sereke ya hêzên Sûriya Demokratîk( HSD), hewldana bona azadkirina Efrînê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2019 14:24 Asia/Tehran
  • Fermandê pilebilind ê YPG: Efrîn di kontrola DAIŞ û Nusreyê de ye

Fermandê pilebilind ê Yekînên Parastina Gel got: Erka sereke ya hêzên Sûriya Demokratîk( HSD), hewldana bona azadkirina Efrînê ye.

 Polat Can, fermandê pilebilind ê YPG li gotûbêja bi Kurd Pressê re bal kişand ser dawîn rewşa Efrînê û diyar kir: Bi hezaran terorîst dema li Girê Sipî, Reqa, Minbic, Dêrazorê işkest xwarin ber bi Idlib û Tirkiyê ve  revîn, nav û lîsta  wan gişka li cem dezgeha me ya ewlehiyê de heye. Yên ku îro li kêleka  Tirkiyê li Efrînê de ne, ser bi DAIŞ û bereya El-Nusre ne.

  Wî her wiha diyar kir: Durust e DAIŞ îro li Reqa û Dêarzorê têk çûye, lê bi piştgiriya rasterast a Tirkiyê li Efrînê bi cih bûye û eve rasitiyek  e ku hemî dezgehên îstixbaratî yên navçê û cîhanê wê dizanin.

 Polat Can destnîşan kir: Efrîn bi hevhatineka navneteweyî ket bin kontrola Tirkiyê û komên terorîstî. Erka sereke ya hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên rizgariya Efrînê , rawestana li ber azadkirina Efrînê ye.