Awareyên sûrî piştî 7 salan zivirîn şarê Qusayrê
Bi sedan awareyên sûrî piştî çend salên dûrbûn û awarebûnê, zivirîn şarê Qusayrê li parêzgeha Humsê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), yekem koma malbatên sûrî ku jo nêzî hezar kesî pêk dihat, piştî 7 salên derbiderîyê zivirî Qusayrê.
Parêzgarê Humsê, Tellal Berazî derbarê vegera awareyên sûrî de got: Ev pêngava di çarçova plana dewleta Sûrîyê jibo vegera awareyan bo deverên azadkirî da ye.
Berazî herwiha got: Heke pêwîstî werin dabînkirinê, niştecihên deverên din ên parêzgeha humsê jî dê bizvirin ser mal û milkê xwe.
Şarê Qusayrê ketîye 35 kîlomêtrîya başûra rojavaya Humsê û zêde ji 80 gundên wî hene û nifûsa wî jî zêde ji 100 hezar kesan e.
Şarê Qusayrê di sala 2013`ê da bi destê Artêşa Sûrîyê û hêzên Hizbullaha Libnanê piştî şerekî 18 rojî himberî komên têrorîst hat azadkirinê.