Piştgirîya Moskow û Enqerê ji rêçareya sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê
Tîrmeh 07, 2019 05:34 Asia/Tehran
Serokên Ûrsêt û Tirkîyê piştgirî dan rêçareya sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê.
Dezgeha Serokomarîya Rûsîyê ragihand ku Serokomarê vî welatî Vladmîr Pûtîn şeva buhurî bi telefonê digel Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan derbarê rewşa Sûrîyê de gotûbêj kir û her du alîyan pêgirî ser pêwîstîya zêdekirina hewildanên jibo çareserkirina sîyasî ya meseleya Sûrîyê kirin.
Serokên Ûrsêt û Tirkîyê di wê gotûbêja telefonî da herwiha dilgiranîya xwe ji ber alozbûna rewşa Lîbîyê dîyar kirin û piştgirî dan destpêbûna zûtirkê ya agirbesê û destpêkirina muzakireyên aştîyê li vî welatî.
Pûtîn û Erdogan herwiha pêgirî ser girîngîya zêdekirina hewildanên sîyasî û dîplomatîk jibo çareserkirina rewşa Sûrîyê ji wan di çarçova Demajoya Astanê de kirin.