Operasiyona dijî têrorîsmê ya sûriyan li derdora Idlib û Hemahê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i305964-operasiyona_dijî_têrorîsmê_ya_sûriyan_li_derdora_idlib_û_hemahê
Yekîneyên Artêşa Sûriyê li Idlib û Hemahê li bakurê rojavaya Sûriyê hewildana têrorîstên ku dil hebûn bi êrîşên xwekujiyê têkevin navçeyên bin kontrola artêşê, bêencam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 11:57 Asia/Tehran
  • Operasiyona dijî têrorîsmê ya sûriyan li derdora Idlib û Hemahê

Yekîneyên Artêşa Sûriyê li Idlib û Hemahê li bakurê rojavaya Sûriyê hewildana têrorîstên ku dil hebûn bi êrîşên xwekujiyê têkevin navçeyên bin kontrola artêşê, bêencam kirin.

Li gorî rapora Sputnikê ji zarê rayedarekî leşkerî, Hêzên artêşa Sûriyê bi operasiyonekê, erebeyên bombebarkirî yên koma têrorîst a Ensar Tewhîdê ya Baska DAIŞê, Koma Ceyş Ize ji hevpeymanên herî nasyar ên Cebheya Nusreyê û Esayîb Hemrahê ya pêkhatî ji hêzên çekdar ên biyanî û erebî li Bereya Nusreyê têk birin.

Têrorîstan hinekî beriya êrîşên bejahî, baregehên artêşa Sûriyê di bereyên cûrbicûr ên Idlib û Hemahê bi topên hawanê kirin armanc ku topxaneya artêşê jî baregeh û xetên wan ên alîkarîgihandinê ji nav birin.

Roja Îniyê jî artêşa Sûriyê varegehên Koma têrorîst a Partiya Tirkistanê li derdora bakurê Hemahê dan br êrîşê ku di encamê de hejmareke endamnên vê komên hatin kuştin û amûr û çekên wan jî ji nav çûn.

Her wiha komeke ser bi rêxistinên istixbaratî yên Sûriyê di operasiyoneke leşkerî ya taybet li dijî komên têrorîst li navçeya Cebel Erbeyînê li derdora Idlibê, depoya wan a cebilxaneyan ji nav bir.

Operasiyona taybet a Rêxistina Istixbaratî ya Sûriyê bû sebeba gengeşeya berfireh li nav torên civakî; Ji ber ku ev operasiyon gihîştiye navçeyên bin kontrola Cebheya Nusreyê û ewna ketine ber êrîşên vê operasiyonê.