Piştgiriya Rûsiyê ji rêkara siyasî jibo qeyrana Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i305949-piştgiriya_rûsiyê_ji_rêkara_siyasî_jibo_qeyrana_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li ser pêwîstiya çareserkirina qeyrana Sûriyê ji riya siyasî ve pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2019 16:52 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Rûsiyê ji rêkara siyasî jibo qeyrana Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li ser pêwîstiya çareserkirina qeyrana Sûriyê ji riya siyasî ve pêgirî kir.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Sêrgêyî Lavrof, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Îniyê di hevdîtina bi Xiyêr Pêdêrsên (Geir Pedersen) nûnerê taybet ê NY li karên Sûriyê, ragihand: Em ji riya gotûbêjan jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê nasyar bi Pêvajoya Astaneyê bi awayekî tam çalak digel NY hevkariyê dikin.

Lavrof her wiha got: Tirkiye û Komara Îslamî ya Îranê hewildanên xwe jibo bidestxistina aştiya mayînde li Sûriyê didomînin.

Vî rayedarê Ûris di dewamê de li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîsmê li Sûriyê û bidestxistina rêkareke siyasî jibo qeyrana wê li gorî biryarnameya hejmara 2254ê ya NY pêgirî kir.

Li aliyê din Pêdêrsên jî got: Bingeha hevkariya me sozdariya li biryarnameyên NY û wêdadayîna biryarên leşkerî ye.

Li gorî gotina "Geir Pedersen", Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê dê deriyek jibo çareserkirina qeyrana vî welatî be û aliyê têkildar bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a vî welatî nêzik bûne.

Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiye û Rûsiyê gotûbêjên jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê nasyar bi Pêvajoya Astaneyê ji Çileya 2017an dest pê kirin û heta niha 12 dorên van gotûbêjan hatiye lidarxistin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an ve bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştevaniya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan jibo guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bû.