-
Bîlançoya nexweşên Covid-19'ê li Sûriyê nêzî 500 dibe
Tîrmeh 18, 2020 05:41Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin, 4 baş bûne û 3 jî mirine.
-
Sibe dê li Sûriyê Hilbijartina Parlimanî were lidarxistin
Tîrmeh 18, 2020 09:53Sêyemîn dora hilbijartina parlimanî yaSûriyê dê sibe Yekşemiyê were lidarxistin.
-
El-Erebiye: "Ihtimala pevçûna leşkerî navbera Tirkiye û Sûriyê li Idlibê zêde dibe"
Tîrmeh 18, 2020 09:44Rojnameya El-Erebiyê tevî amajeya bi şandina berfireh a çek û alavên leşkerî ji aliyê Tirkiye û Sûriyê va bo Idlibê, qala ihtimala rûbirûbûna leşkerî ya van du welatan li Idlibê kir.
-
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: "Divê cîhan Tirkiyê berpirsê revandina DAIŞ'iyan bibîne"
Tîrmeh 18, 2020 09:33Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mukurhatina Tirkiyê ku jinên DAIŞ' yên di kampa Holê de derivîne, daxuyanî da û got: "Tirkiye bi van kiryaran tevahî cîhanê dixe xeteriyê. Divê tevahî cîhan Tirkiyê berpirsê revandin û pêşwazîkirina DAIŞ'iyan bibîne."
-
NYê pêşwazî li biryareke HSDê kir
Tîrmeh 17, 2020 19:18Netewên Yekbûyî pêşwazî li helwesta HSDê derbarê parastina dibistanan û bikarneanîna zarokan ji bo armancên leşkerî kir.
-
Nûnerên MSD û Komkara Ereban civiyan
Tîrmeh 17, 2020 06:11Alîkarê Sekreterê giştî yê Komkara Ereban (Yekitiya Ereban) Husam Zekî û nûnerê MSD'ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo li avahiya komarê hevdîtin pêk anî.
-
Bi balafirên bê pîlot civîna endam û fermandarên Rûsyayê kirin hedef
Tîrmeh 17, 2020 05:29Çavkaniyekî diyar kir ku bi balafireke bê mirov civîna endam û fermandarên hêzên Rûsyayê hate hedefkirin. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.
-
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: "Di teqina Hesek'e de mûdaxalayek ji derve tuneye"
Tîrmeh 16, 2020 13:06Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku 15ê Tîrmehê li bajarê Hesekê rû da, daxuyaniyeke niviskî weşand û got ku di teqîna ku rû da de mudaxaleyek ji derve nîne.
-
Balafireke keşfê Dirbêsiyê bombebaran kir
Tîrmeh 16, 2020 12:39Beriya niha bi çend kêliyan, balafireke keşfê ku tê texmînkirin a Artêşa Tirkiyê e, cihekî a li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê bombebaran kir.
-
Dagîrkerên amerîkî çek û alavên nû derbasî Sûriyê kirin
Tîrmeh 14, 2020 12:32Çavkaniyên xwecihî li bakur-rojhilata Sûriyê qala derbasbûna çek û alavên nû yên leşkerî û locestîkî yên Amerîkayê bo bajarê Hesekeyê kirin.