-
“HSD razî bûye kontrola Eyn Îsayê bispêre hikûmeta Sûriyê”
Kanûn 28, 2020 08:41Tê gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye kontrola bajarokê Eyn Îsa yê kurdên Sûriyê teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bike.
-
Rûsyayê polîsên leşkerî li Eyn Îsa belav kirin
Kanûn 28, 2020 09:47Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz ji Tirkiye û HSD dike, şerê li Eyn Îsayê rawestînin û diyar dike ku wê yekîneyên nû yên Polîsê Leşkerî ya Rûsî li wî bajarokî belav bike.
-
Hikûmeta Sûriyê şewitandina kampa penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar kir
Kanûn 28, 2020 04:41Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.
-
Çeteyên Koma El-Hemzat li Efrînê 900 darên zeytûnan birîn
Kanûn 27, 2020 13:21Hawar Newsê nivîsiye: "Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li Efrîna dagirkirî nêzî 900 darên zeytûnan birîn."
-
Çeteyên koma Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir
Kanûn 27, 2020 13:21Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad beriya çend hefteyan jineke ji eşîra Umêrat a Ereb revand û piştre ew qetil kir.
-
Komên ser bi Tirkiyê êrîşî ser gundekî Hesekeyê kirin
Kanûn 27, 2020 04:30Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê gundê Tewîleyê li rojavayê Til Temirê li derdora parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyê dane ber roketan.
-
Dewleta Tirkiyê gundên Eyn Îsa bombebaran dikin
Kanûn 26, 2020 09:48Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi çekên giran êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê, Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da.
-
Li Eyn Îsa di navbera HSD û grûpên çekdar de şerekî dijwar derket
Kanûn 26, 2020 09:37Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.
-
Şandeya belçîkî bi rayedarên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê re hevdîtinek pêk anî
Kanûn 25, 2020 07:35Berpirsekî Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê got ku hevdîtina bi hikumeta belçîkî re di çarçoveya rêzeserdanên hikumetên Ewropa ji herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê de pêk hatiye. Serdan bi armanca naskirina rewşa herêmê çêdibin.
-
Kildaniyên Dêrikê rojbûna Hezretî Îsa pîroz kir
Kanûn 25, 2020 07:34Dêra Marcircis a Kildaniyan bi boneya Rojbûna Hezretî Îsa û bi tevlêbûna bi dehan jin û mêran şahiyek li dar xist û tê de rê û resmên taybet bi rojbûna Mesîh gotin.