-
Li Qamişloyê yekemîn car emeliyeta dil hat kirin
Çile 23, 2021 01:31Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kiribû da ku bar li ser şêniyên herêmê sivik bike. Piştî amadekariyên gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê roja 21'yê mehê yekemîn emeliyeta dil çêkir. Kesê emeliyeta wî hat çêkirin 60 salî bû û emeliyet bi serketî derbas bû.
-
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa hawayî ya li Kobanê daxuyanî da
Çile 22, 2021 18:51Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku balafira bê pîlot a artêşa Tirkiyê bi armanca têkbirina destkeftiyên kurdên Sûriyê û ewlehiya herêmê li başûrê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku wezîfa xwe ya îdiaya wê dike cih bîne.
-
Di êrişa Rejîma Îsraîlê ya ser Suriyê de 4 sivîl şehîd bûn
Çile 22, 2021 11:29Ajansa Sana ya Suriyê ragihand ku di êrişa Rejîma Îsraîlê ya li ser herêma Hemayê de 4 sivîl ku ji wan 2 kes zarokbûn şehîd ketin.
-
Artêşa Tirkiyê gundê Mişêrfê û rêya M4 topbaran dike
Çile 22, 2021 06:04Artêşa Tirkiyê ku gelek dever li bakur û bakura rojavayê Sûriyê dagir kiriye û çeteyên wê duh êvarê heya derengiya şevê li eniya Eyn Îsa'yê, bi tang û topan êrîşî gundê Mişêrfê û rêya M4 kirin. Bi bersiv dayîna şervanên QSD'ê şer û pevçûnên dijwar rû dan.
-
Jeneral Mezlûm Kobanî Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şîndar bû
Çile 21, 2021 15:20Dayîka Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di temenê 86 saletiyê da emrê Xwedê kir
-
Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin
Çile 21, 2021 10:29Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din koronayê ketin
Çile 21, 2021 03:59Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
-
Di salvegera êrîşa li ser Efrînê de xwepêşandan birêve çûn
Çile 20, 2021 19:29Li bajarên kurdnişîn ên Sûriyê di salvegera sêyem ya êrîşa dirindane ya Tirkiyê û grûpên çekdar de li ser Efrînê xwepêşandan hatin rêxistin.
-
Komîteya Çandê ya Hecînê çalakiyeke mîrasî li dar xist
Çile 19, 2021 09:40Komîteya Çand û Hûnerê ya bajarokê Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê, çalakiyek mîrasî, bi diruşa "Mîrasa me nasnameya me ye" li dar xist.
-
Li Hesekê YAT`ê serçeteyekî DAIŞ`î girt
Çile 19, 2021 09:35Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê berpirsê kiryarên kuştinê yên çeteyên DAIŞ`ê, girt.