Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323388-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_27_kesên_din_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2021 03:59 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa kesên bi koronayê ketine li van herêman in:

 Hesekê: 3

Qamişlo: 6

Dêrik: 2

Çilaxa:3

Kobanê: 1

Reqa: 2

Tebqa: 8

Şehba: 2

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê 5 kesên din baş bûne û 2 kes jî mirine.Bi van daneyan re hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 390’î û 286 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 188 kes jî baş bûne.