-
Li Dêrikê ji ber teqîna gulla hawanê ya mayî ji ber cengê 2 kes dimirin û 5 jî birîndar dibin
Hezîran 14, 2021 15:18Li bajarê Dêrikê yê ser bi Cizîra bakurê rojhilatê Sûriyê di teqîna mayinekê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan û herwiha 5 kesên din jî birîndar bûn.
-
YPG: Tu têkiliya me êrişa Efrînê nîne, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye
Hezîran 14, 2021 19:33Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd êrişa li Efrînê şermezar kir û got “Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin.”
-
Neteweyên Yekbûyî êrîşa li ser Efrînê şermezar kir
Hezîran 14, 2021 18:56Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxana bajarê kurdnişîn ê Efrînê yê bakurê Sûriyê şermezar kir û got ku vê êrîşê îsbat kir ku divê agirbesteke li seranserî Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî krîz were çareserkirin.
-
QSD: Nûçeyên ku hêzên me Efrîn topbaran kirine ne rast in
Hezîran 13, 2021 08:40Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî ragihand ku nûçeyên ku QSD'ê navenda bajarê Efrînê topbaran kirine ne rast in.
-
PYD: Sê berpirsên me li balafirgeha Hewlêrê hatine desteserkirin
Hezîran 10, 2021 12:54Nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê Nûrî Es'ed ragihand ku sê berpirsên wan li Herêma Kurdistanê li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatine desteserkirin.
-
Ji destpêka 2021’an ve li Efrînê 21 sûcên kuştinê hatin belgekirin
Hezîran 09, 2021 13:56Tora Çalakvanên Efrînê 21 sûcên kuştinê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ve li dijî Kurdên li herêma Efrînê ya dagirkerî di destpêka 2021`an de hatine kirin, belge kirin. Di nav kuştiyan de zarok û jin jî hene.
-
QSD: Li Dêrazor û Hesekê serçeteyek û 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Hezîran 09, 2021 13:56QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Dêrazor û Hesekê operasyon pêk anîn. Di operasyonan de herî kêm 7 çete û serçeteyekî DAIŞ’ê hatin girtin.
-
Efrîna dagirbûyî - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
Hezîran 09, 2021 09:18Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.
-
Teqîn li Humsê; Herîkêm 8 kes birîndar bûn
Hezîran 09, 2021 06:11Çavkaniyên medyayî qala qewimîna teqînê li bajarê Humsa Sûriyê û birîndarbûna herîkêm 8 kesan kirin.
-
Li Efrînê teqînek pêkhat
Hezîran 08, 2021 10:36Li bajarê dagîrbûyî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê teqînek pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûye.