-
Leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kir
Tebax 05, 2022 02:11Leşkerên Artêşa Tirkiyê li nêzî sînorê gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê ciwanek qetil kir.
-
Di bombebarana Tirkiyê ser Til Rifetê de 9 welatî birîndar bûn
Tebax 05, 2022 06:32Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de di nav de 6 zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûn.
-
Dadgeheke çeteyên Tirkiyê li Efrînê ji 5 kesên malbateke kurd re cezayên giran birî
Tebax 03, 2022 04:44Li herêma dagîrkirî ya Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, dadgehek çeteyên Tirkiyê 5 kes ji malbateke Kurd bi cezayên giran hukim kirin.
-
Tirkiyê bi topan êrîşî ser Hesekeya Sûriyê kir
Tîrmeh 31, 2022 14:54Leşkerên Tirkiyê hin navçeyên parêzgeha Hesekeyê ya bakûrê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.
-
Hêzên dagirker 4 welatî ji navçeya Cindirêsa Efrînê revnadin
Tîrmeh 31, 2022 11:51ArtêşaTirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û ew birin cihekî nediyar.
-
PYD: Pêwîst e civaka navdewletî bi tundî li dijî êrîşên Tirkiyê raweste
Tîrmeh 31, 2022 11:33Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) daxwazê ji civaka navdewletî dike li dijî êrîşên Tirkiyê li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê raweste.
-
Wezîrê Niftê yê Sûrîyê: Amerîka dijî plana veguhestina gaza Misrê bo Libnanê derdikeve
Tîrmeh 30, 2022 13:11Wezîrê Niftê yê Sûrîyê dibêje ku Amerîka dijî plana veguhestina gaza Misrê bo Libnanê derdikeve û Waşîngton jibo rawestandina alîakrîyên darayî bo Libnanê bi awayekî rasterast zorê dide ser Banka Cîhanî.
-
Mezlûm Ebdî: Êrişa li ser saziya ewlehiya hundirîn gefê li ewlehiya herêmê dixwe
Tîrmeh 29, 2022 04:31Mezlûm Ebdî got, balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê êdî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê yên ku herêmê diparêzin, dikin hedef. Ebdî anî ziman ku êrişa li ser saziya ewlekariya hundirîn rasterast gefê li ewlehiya herêmê dixwe.
-
Li Efrînê grûpa Cebheya Şamî malên xelkê difiroşin
Tîrmeh 28, 2022 04:32Li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, grûpa Cebheya Şamî ser bi Tirkiye 4 apartmanên xelkê dest danîn ser wan û her şuqeyek bi 800 dolaran firotin, hevdem dest danîn ser mal, zeviyê çandiniyê û hingareke xwedîkirina pez ku 150 serî di nav de bûn firotin.
-
Bakûrê Sûriyê: Di gora komî ya li Minbicê de 29 cenaze hatin derxistin
Tîrmeh 28, 2022 03:34Di gora komî ya li derdora avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate dîtin de 29 cenaze hatin derxistin.