-
Nasnameya zarokên di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
Tebax 20, 2022 10:14Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê ya kurdan nasnameya 4 zarokên keç ku di encama êrişa Tirkiyê de li bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
-
Di êrişa Tirkiyê de ser dibistanekê li parêzgeha Hesekê 4 zarok hatin kuştin
Tebax 20, 2022 05:10Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêvebiriya Xweser Înê ragihand, Droneyeke Tirkiyê navendeke perwerdehiya keçan li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê, kir armanc û di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 11 zarokên din jî birîndar bûn.
-
Roket li derdora baregeha Amerîkayê ya li Sûriyê ket
Tebax 20, 2022 04:30Hin jêderan raporên nepiştrastkirî yên ketina rokêtekê li nêzîkî baregeha Amerîkî li qada petrolê ya El-Omer li Dêrazorê ya Sûriyê belav kirin.
-
Hêzên Tirkiyê gundên Dirbêsiyê û Til Temir li bakûrê Sûriyê topbaran kirin
Tebax 19, 2022 10:19Hêzên Tirkiyê gundê Çetelê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê bakûrê Sûriyê topbaran kirin.
-
Êrîşên El Nûsra li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên Idlibê li Sûriyê
Tebax 18, 2022 18:10Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê der barê êrîşên koma têrorîst a El-Nusrayê ya li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Idlibê ya Sûriyê agahî da.
-
Îdiayên Tirkiyê û HSDê derbarê şer û pevçûnên li dijî hevdu li bakurê Sûriyê
Tebax 18, 2022 17:36Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia dike ku artêşa vî welatî 9 endamên HSD û PYDê li bakura Sûriyê kuştin. Lê belê HSD ev îdia Tirkiyê red kir û ragihand ku hêzên HSDê di bersiva êrişên artêşa tirk 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.
-
Di 5 rojan de 398 tankerên petrolê yên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatin dizîn
Tebax 18, 2022 12:13Hêzên Amerîkî ji roja Pêncşema borî ve 398 tankerên petrolê yên Sûriyê dizîn daku bişînin bingehên xwe li Iraqê.
-
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana gundên Şehbayê didomînin
Tebax 18, 2022 10:36Artêşa dagirker a Tirkiyê û grûpên terorîst û çete yên ser bi wî welatî ve gundên Wehşiya û Kefer Qaris ên li herêma Şehbayê topbaran kirin.
-
Artêşa Tirkiyê gundên Amûd, Şehba û Til Rifetê bombebaran kirin
Tebax 17, 2022 06:22Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek a gundê Sinceq Sadûn ê Amûdê bombebaran kir.
-
Tirkiyê baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê bombebaran kir, 11 leşker kuştin
Tebax 16, 2022 18:09Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan eşkere kir, di êrîşeke balafirên şer ên Tirkiyê de bo ser baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê, 11 serbaz hatin kuştin.