Nasnameya zarokên di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335976-nasnameya_zarokên_di_êrişa_tirkiyê_de_jiyana_xwe_ji_dest_dan_diyar_bûn
Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê ya kurdan nasnameya 4 zarokên keç ku di encama êrişa Tirkiyê de li bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2022 14:44 Asia/Tehran
  • Nasnameya zarokên di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê ya kurdan nasnameya 4 zarokên keç ku di encama êrişa Tirkiyê de li bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Tebaxa 2022an de li gundê Şimokê ya Hesekê bi dronan êrişî navnedeke perwerdehiyê ya zarokên keç ku girêdayî Netewên Yekbûyî ye kiribûn û di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn, 11 zarokên keç jî birîndar bûbûn.

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê navê zarokên keç ên ku li navneda perwerdehiya dema ku volleybol dilîstîn di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navên 4 zarokên keç ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.

Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku Artêşa Tirkiyê dizanî ku ev der cihê perwerdeyê ye û bi zanebûn ev êriş pêk aniye.