Zêdeyî 600 malbatên aware dê vegerin navçeyên xwe li Sûriyê
Çirî 19, 2026 15:03 Asia/Tehran
Karwana şeşem a awareyan a Serêkaniyê, di 21ê Cotmehê da bi beşdarbûna zêdeyî 600 malbatan ji kampan ber bi navçeyên xwe yên sereke yên niştecîbûnê li derdora Serêkanî, Til Temir û Zirganê vedigere.
Mehmûd Xelîl, cîgirê fermandeyê Hêzên Ewlehîya Navxwe, ragihand ku hevdem digel birêketina vê karwanê, 115 malbatên din jî dê ji bajarê Hesekeyê ber bi navçeyên xwe yên sereke li Serêkaniyê ve bizivirin. Berîya vêya biryar bû ku her hefte du karwan ji bo vegerandina awareyan bên şandin; lê mimkin e hefteya bê tenê karwanek bi rê keve û hejmara malbatên tê da zêde bibe.