Komîteya Awareyên Serêkaniyê rexne li derengxistina Şamê ya vegera awareyên Serêkaniyê kir
Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û daxwaza dabînkirina ewlehîyê, vekirina rêgehan û radestkirina mal û milkan bo niştecîyên sereke berîya destnîşankirina pêkhateya rêvebiriyê ya bajêr kir.
Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya niha ya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û ragihand, di halekî da ku beşeke mezin a niştecîyên sereke hîn jî venegeriyane malên xwe, hewildan ji bo destnîşankirina konseyên rêveberiyê yên Serêkaniyê û navçeyên girêdayî wê pêk tên.
Ji hêla din va, vê komîteyê nebûna garantîyên ewlehîyê, paqijkirina mayînan û hebûna komên çekdar wek astengên sereke yên berdewamîya vegera awareyan ragihand û got: Bandora hikûmeta Şamê li vê navçeyê sînordar e û pêkhateya rêvebirîyê ya bajêr jî wekî navçeyên di bin kontrola rasterast a hikûmetê da naxebite. Hîn jî 5500 xanîyên niştecîbûnê yên welatîyên kurd di destê komên çekdar da ne.