Bihaya ardûyê û kelû pelên bingehîn li navçeyên Kurdtêde yên Sûriyê
Xelkê bajarê Girikê Legê li Cizîrê ji ber jordaçûna bihaya ardû, xwerin û kelûpelên din ên bingehîn gazinde dikin û pêhişyarî didin ku bi nêzîkbûna demsala Zivistanê, dabînkirina hewcetiyên rojane û ardûyê wê dijwartie bibe. Xelkê bajarê Girikê Legê li Cizîrê dibêjin jordaçûna xercê tiranzît û berhemanînê, bûye sedem bihaya xwerin û kelû pelên din ên bingehîn jî jorda here û malbat nekaribin tiştên hewce bikirin.
Ev jordaçûna bihayan piştî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyê di 13`ê Îlonê ji bo jordabirina bihaya her lîtreyeke mazotê ji 12 hezar û 500î bo 17 hezar û 500 Lîreyî û bihaya her Lîtreyeke Bênzînê ji 14 hezar û 200`î bo 18 hezar û 500 Lîreyî hat ragihandin.
Xelkê Girikê Legê daxwaz dikin ji bo kêmkirina zexta aborî, kontrolkirina bikahayn û alîkariya li malbatên ku derhata wan kêm e hin tiwdîr bên berçavgirtin.