Nerazîbûna xelkê Hesekê himberî jordaçûna bihaya ardûyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360444-nerazîbûna_xelkê_hesekê_himberî_jordaçûna_bihaya_ardûyê
Pêla nerazîbûna niştecîyên Hesekeya Sûrîyê himberî jordaçûna bihaya ardûyê u kêmbûna wê, berfire dibe u welatîyan bi şewitandina lastîkan hin rêyên sereke yên bajêr daxistin.
(last modified 2026-09-20T14:38:40+00:00 )
Îlon 20, 2026 18:07 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna xelkê Hesekê himberî jordaçûna bihaya ardûyê

Pêla nerazîbûna niştecîyên Hesekeya Sûrîyê himberî jordaçûna bihaya ardûyê u kêmbûna wê, berfire dibe u welatîyan bi şewitandina lastîkan hin rêyên sereke yên bajêr daxistin.

 

Rojnama Exbarê ragihand: Bi dehan welatî li Hesekê li bakur- rojhilata Sûrîyê bi nîşana nerazîbûna himberî bihabûna ardûyê û kêmbûna berdewam a wê, li meydana Selam a wî şarî kom bûn.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê jî ragihand ku ev nerazîbûna hêrsa berfire ya gel ji ber bandora bihabûna ardûyê li hemî warên jîyanê, kêmbûna xizmetên giştî û giranbûna xercên jîyanê nîşan dide.

Ev çend roj in welatî li Hesekê bil nîşandayîna nerazîbûnê hibmerî rewşa nika, dixwazin ku rewşa jîyanê were çêtirkirin, xizmetên giştî bên raberkirin, ardû u ceryan werin dabînkirin u ji bo qeyranên ku zorê dixin ser jîyana wan, rêçare bên peydakirin.

Rojnama Exbarê herwiha dinivîse ku bi berdewambûna rewşa xirab a aborî u xizmetguzarîyê û bersivdana dereng himber daxwazên welatîyên sûrî, diqewime nerazîbûna gelanî li vî welatî tund bibe.