Hevdîtina Mezlûm Ebdî û taxima hikûmeta demkî ya Sûriyê li ser awareyên Serêkaniyê
Mezlûm Ebdî, serfermandê HSD`ê li hevdîtina bi nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyê re, li ser rewşa awareyên Serêkaniyê, êrişên ser karewana vegera awareyan, parastina sivîlan û pêvajoya tevlîkirina hêza û saziyan û gotûbêja li ser peydakirina rêçareyan ji bo dabînkirina ewlehî û istiqrara Hesekê pêgîrî kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa awareyên Serêkaniyê, êrişên ku dijî wan hatine cihanîn û girîngiya dabînkirina ewlehiyê û parastina sivîlan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan herwiha li ser girîngiya berpirszanîna sebebkarên êrişan û şopandina berpirsyariya wan gotûbêj kirin. Mezlûm Ebdî piştî vê hevdîtinê got: Di vê hevdîtinê de li ser çend dosiyeyan û mijara girîng a têkildarî ewlehî û istiqrara Hesekê, eêbazên sekinîna li hember êrişên ser saziyên hikûmî, mijarên têkildarî awareyên sivîl û herwiha lezandin û kemilandina pêvajoya tevlîkirinê gotûbêj hate kirin û serfermandê HSK`ê herwiha got: Li bara çend rêbazan me li hev kir û herwiha hin pêngavên cidî ji bo çareserkirina van dosiyeyan jî hatin hilanîn; Pêngavên ku dikarin xizmetê li ewlehî û aramiya Hesekê bikin.