Gelek aware ber bi Kobaniyê ve çûn, zêde ji 200 hezar kes di vî bajarî hatine bicihkirin
Li dû êrişên hêzên Colanî ser bakûr û rojhilatê Sûriyê, nêzî 200 hezar kes ji zêde ji 70 navçeyên curbicur li Kobaniyê sitirîne.
Di halekî da ku bajarê Kobaniyêji ber dewama dorpêça ji hêla hêzên Colanî ve rastî kêmbûna giran a îmkanan û xetera qeyrana mirovî re rûbirû ye berpirsên xwecihî li vî bajarî ragihandin ku zêde ji 200 hezar kes ji zêde ji 70 navend û navçeyên curbicur hatine bicihkirin.
Ehmed Xoce, berppirsek ji Kobaniyê, got: Bi destpêbûna êrişên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, xelkê van navçeyan û navçeyên din ên ku ketine ber êrişan, neçar mane ku koçî Kobaniyê bikin û nika aware di rewşeke qeyranî de ne û dibistan, zanîngeh, mizgevt, holên dawetan, akadêmî û gelek cihên din veguherîne cihê sitara awareyan. Di her malekî li Kobaniyê nêzî 4- 5 malbat bi hev re dijîn.
Hevgavê viya Parlimana Ewrûpayê ragihand şidetên dijî Kurdên Sûriyê, mînaka cinayeta cengê ne.
Parlimana Ewrûpayê bi pejirandina biryarnameyekî li ser alûgorên bakûr rojhilatê Sûriyê, jibilî şermezarkirina şidetên dijî sivîlên Kurd ragihan hin karên ku di van navçeyan de dijî Kurdên Sûriyê hatine kirin, mînaka cinayeta cengê ne û her cûre danûstandina YE`yê bi Şamê re divê bi mercê garantîkirina mafên Kurd û kêmîneyan û pêbendiya tam li agirbesê be.