Parêzgarê Idlibê: Ji ber baranê zêde ji 10 kampên awareyan di bin avê de mane
Sibat 08, 2026 17:23 Asia/Tehran
Parêzgarê Idliba Sûrîyê ragihand ku di encama pêla baranê u rabûna lehîyê da, zêdetir ji 10 kampên awareyan li vê parêzgehê tûşî zîyanê bûne û di bin avê da mane.
Mihemed Ebdulrehman, Parêzgarê Idlibê herwiha ragihand ku çend dibistan û mizgevt jibo sitirandina malbatên zîyanlêketîyê baranê hatine destnîşankirin û komên hawargiheştinê ketine dewrê.
Wî herwiha got: Karmend u nexweşên Nexweşxana Eyn Beytayê ji bo parastinê bo nexweşxaneyên Cisir Şugur u Idlibê hatin veguhestin.
Raid Salih Wezîrê Rewşa Awarte û Kontrolkirina Qeyranan ê Sûrîyê jî ragihand ku tîmên Berevanîya Sivîl diçin hawara zîyanlêketîyên baran u lehîyê li parêzgeha Idlibê.