Sibat 08, 2026 18:23 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna derheq rewşa nalebar a Kobanîyê da

Dezgeha Çavdêra Mafên Merivan a Sûrîyê aşkira kir ku Kobanî di rewşeke metirsîdar da ye û karesateke tenduristî û merivî li vê herêmê diqewime.

Di dewama daxûyanîya Dezgeha Çavdêra Mafên Merivan a Sûrîyê da wiha hatîye: Rewşa şarê Kobanîyê gellekî nalebar e u ev herêma nikare xwe bide ber vê hejmara awareyan. Xwarin kêm e, ava vexwarinê gellekî kêm e, ji ber nebûna şîr û pêwîstîyên pizişkî yên berayî nexweşî taybetî jî bijehrêketin u zikçûn nemaze di nav zarokan da belav dibin. Beşeke zêde ya nexweşxane u navendên dermankirinê ji ber nebûna ardûyê ji kar ketine, maadeyên bêhişkirina nexweşan bi dest nakevin, lemwa gellekî niştergerî tên paşdaxistin.

Dezgeha Çavdêra Mafên Merivan a Sûrîyê herwiha ji ber rawestana karê nanpêjxaneyên Kobanîyê hişyarî da ku yê bibe sedema qeyrana bidestxistina xwarinê. 

 

Serepeyv