Sibat 05, 2026 18:35 Asia/Tehran
  •  Kobanê di bin dorpêçê de ye: 150 hezar kes ji xelkê wê bê av û elektrîk in

Tevî rêkeftina di navbera HSDê û hikûmeta Colanî de, bajarê Kobanîyê hîn jî di bin dorpêçeke giran de ye.

150 hezar sivîlên li vî bajêrê Sûriyê ji ber nebûna înternet, elektrîk, av û sotemeniyê di nava krîzeke dijwar a mirovî de ne.

Dorpêça li ser bajarê Kobanîyê ku ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê ve tê sepandin, barê jiyana rojane ya xelkê herêmê gelekî giran kiriye. 

Yek ji pirsgirêkên herî mezin a niha li Kobanîyê qotbûna  înternetê ye. Dorpêçê bandoreke giran jî li ser bazarên bajarê Kobanîyê kiriye.

Serepeyv