Hişyariya Aldar Xelîl derbarê armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê
Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD ê ragihand ku armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê ew e ku vî welatî aloz bike û û li welatên navçeyê qeyranê çêbike.
Endamê Konseya Serokatiyê ya YPGê Aldar Xelîl, bal kişand ser liv û tevgerên vê dawiyê yên Amerîkayê û hevpeymaniya navneteweyî li herêmê, veguhestina endamên DAIŞê bo Iraqê wekî çalakiyeke plankirî ji bo bêîstîqrarkirina Iraqê û welatên din ên herêmê nirxand.
Aldar Xelîl got ku Amerîka hewl dide ku destpêkê bi rênimûniya hêzên çekdar ên ser bo Colanî ber bi sînorê Iraqê û paşê jî bi piştgiriya komên tundrew ên di hundirê Iraqê li axa Iraqê qeyranê çêbike . Veguhestina terorîstên DAIŞê beşek ji plana Amerîkayê bûye. Heke endamên DAIŞê li Iraqê hebin, ew ê di wextê guncaw de wan çalak bikin.