Çile 28, 2026 18:01 Asia/Tehran
  • Berdewambûna girtina welatîyên sûrî bi destê Rejîma Sîyonîst

Artêşa Rejîma Sîyonîst ku dagirkerîya li parêzgeha Quneytere li başûra Sûrîyê didomîne, ciwanekî din ê sûrî desteser kir.

Duh jî balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst hin maddeyên nenas ser zevîyên cotkaran ên derdora quneyterê da reşandin. Artêşa Rejîma Sîyonîst hema bêje her roj êrişî axa Sûrîyê dike û bilî êrişên bejayî taybetî jî li derdora Quneytere u Derayê li başûra vî welatî, xalên lêgerînê datîne, dest bi lêgerîna nav maşîn u malên xelkê dike, welatîyên sûrî digire u zevîyên cotkaran têk dide.

Ev alugur di halekî da ne ku hikûmeta Colanî u Tel Avîvê di 6ê Çillê da bi çavdêrîya Amerîkayê têkildarî destnîşankirina mekanîzmekê bi meremaa hevahengîya di danuistandina agahîyan da, li hev kirine.

 

Serepeyv