HSD: Colanî bi xwefirên Tirkiyê gundên Kobanîyê bombebaran dike
Çile 27, 2026 17:06 Asia/Tehran
Navenda Ragehandinê ya HSD ragehand ku xwefirên modêla Bayraktar ên Tirkiyê piştgiriya artêşa Sûrîyê dikin ku êrişî ser gundê Kobanîyê bikin.
HSD hişyarî da ku ji ber giranbûna êrişên esmanî û şer û pevçûnan, jiyana welatiyên sivîl dikeve ber gefê. Derbarê rewşa meydanî de jî HSD dibêje ku li mêhwerên gundên Kurkê, wan kariye êrişên çekdarên ser bi Colanî pûç bikin.