Çile 26, 2026 12:59 Asia/Tehran

Rojek piştî 15 rojan dirêjkirina demna agirbesê, hikûmeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevdu bi binpêkirinên berfireh ên peymana agirbesê tawanbar kirin.

Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî  kariye çendîn  xwefirên HSD`ê  beriya êrişan li derdora bajarê Kobaniyê  jorda bixe.

Artêşa Sûriyê ya di bin ferman Colanî ragihand: Em di halê lêkolîna li ser  rêyên ji bo kiryara li dijî HSD`ê ne. 

HSD jî di daxuyaniyekê de ragihand ku tevî ku peymana agirbesê ji şeva Şemiyê ve hatiye cihanîn lê komên di bin fermana Colanî bi binpêkirina agirbesê berdewam deverên xelknişîn ên li Cizîre û Kobaniyê didin ber êrişan. 

Colanî û  HSD şeva Şemiyê dirêjkirina dema girbesê hetanî 15 rojan qebûl kirin da ku derfeta pêwîst ji bo temamkirina operasyona Amerîkayê bona veguhestina girtiyên DAIŞ`ê bo Iraqê amade bikin.  Di rojên derbasbûyî de Amerîkayê dest bi operasyonên veguhestina bi hezaran çekdarên DAIŞ`ê yên  girtî ji Sûriyê bo Iraqê kiriye.

Mezlûm Ebdî, fermandê HSD`ê jî tekezî ser pabendbûna  hêzên vê komê ji bo parastina deverên Kurdnişîn ên Sûriyê û parastina sîstema xwerêveberiya wan kir. Wî got: Em dixwazin deverên xwe yên Kurdnişîn biparêzin û li gorî peymanên heyî, nabe artêşa Sûriyê derbasî van navçana bibe. 

 Îlham Ehmed, siyasetmedara navdar a Kurd a Sûriyê, bi rexnekirina helêwsta Amerîkayê ragehand tevî ku kurd li benda piştgiriya Amerîkayê bûn lê Amerîkayê heta niha ti garantiyeke diyar û di piraktîkê da jibo parastina gelê Sûriyê pêşkêş nekiriye û ev rewş pêşeroja Kurdan rastî xeterên cidî ve aniye.

Ji aliyê din ve, guherîna  helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember Kurdên Sûriyê gelek pirs derxistine holê ji ber ku Partî di salên derbasbûyî de di piratîkê de  deverên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd (YPG) de dorpêç kiribû û  bi van hêzana re wekî hêzên dijmin reftar dikir. 

Serepeyv