Nezelalbûna têkilîyên HSD u hêzên Colanî
Tevî ragihandina pabendbûna HSd bi agirbesê, êrişên hêzên Colanî ser çeperên HSd didomin.
Piştî ku HSD ragihand bi tamî pabendê agirbesê ye û dest bi ti êrişeke leşkerî nake u tenê yê wê demê ku bikeve ber êrişan, ev 2 roj in ku Zînana Etqanê li sînorê Reqqayê ji hêla hêzên Colanî va hatîye dorpêçkirin û xwarin u vexwarin ser da hatîye birrîn, girtîgeha Reqqayê ku nêzî 2 hezar çekdarên DAIŞê tê da ne u ji hêla hêzên Asayiş ên HSD vat ê parastin.
HSD herwiha ragihandîye ku komên çekdar bi 5 xwofirrên bombekirî êrişî Zîndana Etqanê kirine. HSD dîyar kir ku HTŞ bi dû azadkirina endamên DAIŞê yên di vê girtîgehê da ye. Li gorî daxûyanîya HSD, komên çekdar ên ser bi COlanî herwiha êrişî gundê Til Barod li başûra Hesekê kirin. Ev rewşa nezelal di halekî da ye ku Serfermandarê HSD u Colanî rêkevtinameyeke çardexalî bi navbeynkarîya Amerîkayê wajo kirine û Tam Barak Wekîlê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê ji bo destwerdana di karên Sûrîyê da gotîye ku erka HSd bi dawî hatîye u divê nika her tişt radestî Colanî bê kirin.