Çile 17, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • HSD derbarê vekişîna xwe ji deverên rojhilatê Helebê de agahî da

Serfermandarê HSD ragihand ku HSD ji deverên rojhilatê Helebê vekişîya deverên rojhilatê Çemê Firatê.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand: Li gor vexwednina welatên dost û navbeynkar û ji bo nîşandana niyeta xêrê derbarê yekalîkirina pêvajoya tevlîkirinê û pabendbûna bi xalên peymana 10ê Adarê me biryar da ku îro, Şemiyê, hêzên xwe ji deverên rojhilatê Helebê vekişînin û li deverên rojhilatê Firatê bi cih bikin. Fermandetiya operasyonên artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê jî roja înîyê ragihand ku hejmarek endamên HSDê çekên xwe danîn û ji komên li bereya Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê cida bûn.Colanî, Srokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, ku hêzên wî di mehên dawî de li dijî Elewî û Durzuyên Sûriyê gelek cinayet kirine Çarşemiyê şev îdia kir ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de hatiye parastin. 

 

Serepeyv