Çile 16, 2026 18:42 Asia/Tehran

Hevseroka Dezgeha Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Bakur u Rojhilata Sûrîyê got ku me bi rêya alîyên navdewletî destpêşxerîyên ji bo sekinînandina berfirebûna şêrr hilêxistîye, lê hikûmeta Şamê bersiv nedaye.

Ilham Ehmedê herwiha got: Piştî êrişa ser taxên kurdnişîn ên Helebê, ti peywendîyek di navbera me û hikûmeta Şamê da pêk nehatîye; desthilatdarên Şamê derî ser hemî destpêşxerîyên jib o çareserkirinê daxistîye û daxûyanîyên berpirsên Tirkîyê jî nîşaneya rola wan di êrişan da ne. Wê herwiha pêgirî kirk u garantîya parastina xelkê herêmê, jîyan u mafên wan di bin çavdêrîya navdewletî da pêwîst e. Ev daxûyanîya Ilham Ehmdê di halekî da ye ku HSD ragihand ku dîsan êrişî gundên rojhilata Helebê hat kirin û ew êrişa bi destê komên çekdar ên ser bi Şamê ji rêya xwofirrên bombehilgir li gundê Hecî Hisên li nêzîkî Bendava Tişrînê u Girê Sîrîyayê û gundê Qişleyê pêk hatin.

 

 

Serepeyv