Çile 15, 2026 16:48 Asia/Tehran
  • Derbasbûna karewana leşkerî ya herî mezin a Amerîkayê ser navçeyên di bin kontrola Kurdên Sûriyê de

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Amerîkayê mezintirîn karwana xwe ya leşkerî ya sala 2026`an bi rêya Iraqê ve şandiye herêmên di bin kontrola Kurdan li Sûriyê de.

Di demekê de ku rêberên Kurdên Sûriyê rexne li bersiva pasîf a Amerîkayê li hember girtina du taxên Kurdan li Helebê ji aliyê hikûmeta demkî ya Colanî ve û êrîşên Tirkiyê yên bi xwefiran ser çeperên Kurdên Sûriyê li rojavayê Firatê girtine, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Amerîkayê 70 kamyonên çek û cebilxane derbasî yek ji baregehên xwe li bakur-rojhilatê Sûriyê kiriye.

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev karwana leşkerî, ku bi rêya Herêma Kurdistana Iraqê ve ketiye deverên ku ji aliyê Kurdan ve li Sûriyê têne kontrolkirin, çekên giran, di nav de tank û alavên din ên zirxî û leşkerî yên giran, şandine baregeha Qesrikê li parêzgeha Hesekê.

 

Serepeyv