Ilham Ehmed: Rewş gelekî dijwar e u ji bo her lihevkirinekê em garantîya navdewletî dixwazin
Çile 14, 2026 21:36 Asia/Tehran
Hevseroka Dezgeha Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Bakur u Bakur- rojhilata Sûrîyê dibêje ku rewş gellekî dijwar û hestyar e u Amerîka tenê li rewşê temaşe dike.
Ilham Ehmedê got: Hikûmeta Colanî zêde ji 40 hezar çekdar li navçeyên Meskene u Dêr Hafirê kom kirîye u nika jî pêkutîyê ser bijardeya leşkerî u sepandina vîna xwe bi rêya çekan e û ev yeka jî dê bibe sedema ku alozî ne tenê Sûrîyê belku Iraq û Tirkîyê u hemî navçeyê bigire ber xwe.
Hevseroka Dezgeha Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Bakur u Bakur- rojhilata Sûrîyê herwiha got: Em jib o her lihevkirinekê garantîya navdewletî dixwazin, ji ber ku di destûra bingehîn a Sûrîyê da qet basa mafên kurdan nehatîye kirin.