Li Helebê, niştecihên taxên Kurdan di nav wêranî û talanê de vedigerin
Çile 12, 2026 15:36 Asia/Tehran
Şêniyên taxên Kurdan ên Helebê ku ji ber şer koçber bûbûn, di nav wêraniyeke mezin de vedigerin ser malên xwe û rastî dîmenên talanê tên.
Piştî şerê dijwar, paşmayên topbaranan li Taxa Şêx Meqsûdê bi zelalî diyar in.
Niştecihên taxê hewl didin di nav wêraniyê de jiyana xwe û taxa xwe ji nû ve ava bikin.
Xelkê Helebê gotin: me bin gulebaranê de malên xwe terikandin. Dema em vegeriyan, me dît ku dîwar qul bûne û hemû kelûpelên hundirê malên me hatine talankirin."
Niha Artêşa Colanî kontrola her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê girtiye destê xwe. li gorî agahiyan hêzên hikûmetê rê nadin ku hemû niştecihên taxan vegerin malên xwe.