Mezlûm Ebdî: Em dê hêzên xwe ji Helebê veguhezin bakur- rojhilata Sûrîyê
Serfermandarê HSD dibêje ku piştî navberynkarîya alîyên navdewletî, ew u Şam liyêk giheştine ji bo sekinandina êrişan û veguhestina hêzan u birîndaran ji Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîyê bo bakur- rojhilata Sûrîyê.
Mezlûm Ebdî amajeyî vê yekê jî kir ku ew liyêkgiheştin veguhestina meytê kuştîyan u birîndaran, kesên sivîl ên dorpêçkirî û çekdaran ji Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîye yên Helebê bo bakur- rojhilata Sûrîyê garantî dike.
Hzên hikûmeta demkî ya Colanî sêşema buhurî dest bi êrişa ser Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîye yên Helebê kir u hêzên Ewlehîya Hundurîn ên wan taxana jî ku ser bi HSD ne, li hibmer wan serkinîn.
Li gorî dezgehên ser bi NY u desthilatdarên xwecî û Dezgeha Mafên merivan a Sûrîyê, di encama êrişên hanê da nêzî 140 heta 180 hezaar kes aware bûne û nêzîkî 30 kesî ji wan welatîyên sivîl hatine kuştin u bi dehan kes jî birîndar bûne.