Desteserkirina 2 ciwanên sûrî bi destê leşkerên sîyonîst
Kanûn 24, 2025 17:04 Asia/Tehran
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku liv u tevgerên leşkerên Rejîma Sîyonîst li başûra Sûrîyê didomin.
Leşkerên Rejîma Sîyonîst îro jî li herêmên curbicur ên bajarokê Cumleyê ku ketîye derdora rojavaya Derayê, dest bi liv u tevgereke berfire kirin u di encamê da 2 ciwanên sûrî desteser kirin u tev xwe birin. Leşkerên Rejîma Sîyonîst herwiha gulleyên dûkelfûrîn ber bi zarok u jinên herêmeke di navbera gundên Ednanîye u Royhînê li derdora bakura Quneyterê va avêtin.