Kanûn 19, 2025 19:51 Asia/Tehran
  • Lihevkirina berayî ya HSD`ê bi hikûmeta Colanî re derbarê tevlîkirina hêzên leşkerî

Komîteya muzakireker a HSD ragihand ku ew bi hikûmeta demkî ya Colanî re derbarê tevlîkirina sê yekîneyên van hêzana di nav pêkhateya leşkerî ya artêşa Sûriyê de lihevkirine berayî hebûne.

Komîteya muzakirên bakur û rojhilatê Sûriyê di peyamekê de li tora civakî ya X`ê ragihand ku derbarê tevlîkirina sê yekîneyên hêzên HSD di nav pêkhateya leşkerî ya artêşa Sûriyê de lihevkirineke berayî hatiye bidestxistin û ji rêya komîteyên pispor ên her du aliyan gotûbêj li ser hûrgiliyên têkildarî rol û pêkhateyên leşkerî di rojevê de ne . çavrêtî heye ku di dewra bê de pêngavên praktîkî di vî warî de bên rakirin. Komîteya muzakirên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ev rê rêya herî rastbînane ji bo misogerkirina aramiyê ye û got: Her pêşketineke berbiçav divê pêşiya şerê medyayê û axiftinên bi kîn bigre. Di mehên derbasbûyî de alozî di navbera HSD û hêzên di bin fermana Colanî de zêde bûne .

Serepeyv