Kanûn 12, 2025 18:26 Asia/Tehran
  • Êrişa dubare ya Rejîma Siyonîst ser dorhêla Quneyterê û danîna xala lêgerînê li dorhêla rojava ya Derayê

Komeka din a leşkerên Rejîma Siyonîst îro careka din êrişî çend gundan li dorhêla Quneyterê li başûrê Sûriyê kirin û komek ji van dagirkiran jî li dorhêla rojava ya Derayê bi danîna xala lêgerînê ji bo welatiyên sûrî zehmetî çêkirin.

Ajansa sûrî ya SANAyê di raporekî da ragihand komek ji leşkerên Siyonîst ku ji 8 trombîlên leşkerî pêk hatibû, ji navçeya Ednaniyê ve derbasî gundên Umê Edhem, Royhîne, Resm Helebî, Mişîrife û Um Batineyê bûn. SANAyê bi ragihandina viya ku balafirên cengê yên Siyonîst di bilindahiyeke nizim da li ser parêzgeha Quneyterê firriyan û xelk dilnîgeran kirine ragihand ku ev karê Rejîma Siyonîst binpêkirina nû ya desthilatdariya Sûriyê ye. Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand, artêşa rejîma dagirkir di operasiyoneka bejahî de hin navçeyên li dorhêla Yermûkê li rojavaya Derayê dagîr kirin û xalên lêgerînê li wan deran danîn.

Serepeyv