Kanûn 04, 2025 19:17 Asia/Tehran
  • Êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê

Rejîma Siyonîst careka din qada hewayî ya Sûriyê binpê kir û gundê Beyt Cinê ser bi parêzgeha Quneyterê da ber êrişên bi xwefiran.

Çavkaniyên sûrî ragihandin, Rejîma Siyonîst careka din bi xwefirê êrişî ser derdora gundê Beyt Cinê kir ku di encama lêketina du rokêtên siyonîstan li malên xelkê vê navçeyê de, hin xisar li xelkê ketin. Ev gunda sibeha îniyê jî bû şahidê pevçûnên giran di navbera leşkerên Siyonîst û xelkê wê de ku di encamê de çend kes ji xelkê vî gundî ji aliyê siyonîstan ve hatin şehîdkirin û xelkê vê navçeyê û çend bajarên din ên Sûriyê, di xwenîşandanekî berfireh de, bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî li hember van cinayetên siyonîstan şermezar kirin.

Serepeyv